Modeleke Hişê Çêkirî ji bo xwendina deqên kevnar tê pêşxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i355474-modeleke_hişê_Çêkirî_ji_bo_xwendina_deqên_kevnar_tê_pêşxistin
Tîma Google DeepMind'ê modela nû ya Hişê Çêkirî yê Aeneas'ê pêş xistiye ku dikare nivîsên latînî yên parçe-parçebûyî li ketîbeyên kevnar bixwîne.
(last modified 2025-07-24T10:03:02+00:00 )
Tîrmeh 24, 2025 06:30 Asia/Tehran
  • Modeleke Hişê Çêkirî ji bo xwendina deqên kevnar tê pêşxistin

Tîma Google DeepMind'ê modela nû ya Hişê Çêkirî yê Aeneas'ê pêş xistiye ku dikare nivîsên latînî yên parçe-parçebûyî li ketîbeyên kevnar bixwîne.

Li gorî nûçeya ISNA'yê, Modela Aeneas'ê bi navê qaremanekî efsaneyên Romî hatiye binavkirin. Tê gotin ev amûr, serçave vekirî (open source) ye û her kes dikare bi belaşî wê bi kar bîne.

Tîma Google DeepMind'ê dibêje ku ev model hezaran ketîbeyên latînî seh dike û dikare di çend çirkeyan da yên wekhev peyda bike.

Ev tîm dibêje, 'Aeneas' her nivîsekê vedigherîne şopeke tiliyê ya dîrokî û têkiliyên kûr û aloz nas dike ku dikare alîkariya dîrokzanan bike da ku ketîbeyan di pêkhateyeke dîrokî ya berfirehtir da vekolînin.