Nîsan 13, 2025 14:08 Asia/Tehran
  • Çawaniya naskirina hingiva resen bêyî labratuwarê

hingiv wek şilekiyeke şîrîn tê hesibandin ku mêşhingiv bi bikaranîna şîleyê gulan çêdike û anegorî reng tê destebendîkirin.

Wek mînak hingiva bi rengê zêrrîn bihayê wê zêdetir e ji ya ku rengê wê tarîtir be.

Sedî 70-80 ji pêkhateya hingivê şekir e ku rêjeya herî zêde ya wê ji Monosakarîd, Glokoz û Frektozê ye.

 

Hin şêwazên naskirin û ferqkirina hingivê sirûştî û sexte

 

  • Hinek hingiv bixe nav perdaxeke tijî ava germ; eger rasterast li nav avê heliya hingiva resen û sirûştî nîne û fêl tê da hatiye kirin; lê eger li binê perdaxê rûnişt û cîgir bû, ya sirûştî û resen e.
  • Hinek hingiv bixe ser agir, eger bi germbûnê ra dest bi heliyanê kir û wekî xwe ma, hingiva sirûştî ye; lê eger hingiv kelî û hilm jê rabû, sexte ye.
  • Hinek hingiv bi kevçiyê rake û bihêle bila ji kevçiyê darije: eger hingiv bi awayekî rêk û danebirrî were xwarê, ya resen û sirûştî ye; lê eger bi awayekî beş-beş û dabirrî û were xwarê, ya resen nîne.
  • Rêyeke din ew e ku hinek hingiv birijînî ser parçe kaxez yan qumaşekê; eger hingiv hat hilmijandin, amaje bi wê dike ku ya resen û esl nîne, lê eger nehat hilmijandin, ya sirûştî û resen e.
  •  

Serepeyv