Hezeyan û Ji besta xeberdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i353886-hezeyan_û_ji_besta_xeberdan
Hezeyan yan "Wirênekirin" (Bi Soranî) rewşeke derûnî ya aloz e ku tê da ferman û kontrola hiş têk diçe; yek ji encamên vê haletê jî ji besta xeberdan anku xeberdana bêserûber û bêyî haybûna ji xwe û naveroka wê ye.
(last modified 2025-03-21T10:47:39+00:00 )
Adar 21, 2025 10:12 Asia/Tehran
  • Hezeyan  û Ji besta xeberdan

Hezeyan yan "Wirênekirin" (Bi Soranî) rewşeke derûnî ya aloz e ku tê da ferman û kontrola hiş têk diçe; yek ji encamên vê haletê jî ji besta xeberdan anku xeberdana bêserûber û bêyî haybûna ji xwe û naveroka wê ye.

Di vê rewşê de ku bi Inglîzî jê ra "Delirium" tê gotin şêwaza fikirîn, tevgeriyan û asta haydariyê diguhere. Ev guherînên di fermana hiş da bandorê li şiyana bîranîn û baldariyê dikin.

Di rewşa Hezeyanê da mirov tûşî şerpirzeyî, windabûn û sosretmayînê dibe. Haya wî ji hawîrdora xwe tune û nikare bi başî bifikire û tiştekî bîne bîra xwe. Gelek caran ev rewş ji nişkê va dest pê dibe û carinan jî bi awayekî demkî berdewam dibe.

Cûreyên Hezeyanê

Hezeyana Sist: Dema ku kesek neçalak û xewokî, westiyayî û xemgîn e derdikeve

Hezeyana Çalak: Dema ku kesek bêhedar e. Mirûz û xwîyê wî bilez diguhere û qerepere tên beravan; yanî tiştên ku di rastiyê da tunene dibîne.

Hezeyana têkel û tevlihev: Dema ku kesek di navbera nîşaneyên rewşa çalak û neçalak da tê û diçe