Sibat 25, 2025 17:29 Asia/Tehran
  • Pembû yan

Ji mêj va nasnavê Keça Rojê ji Pembûyê ra tê bikaranîn, ji ber wê yekê ku riweka pembûyê eger li bin tîrêjên bihêz ên Rojê nebin, şîn nabin.

Her çiqasî germahiya tavê zêdetir be, ewqasî jî rengê pembûyê sipîtir dibe.  Lewra ye ku rêjeya herî zêde ya pembûyê li navçeyên ekuatorî (istiwayî) yanî li cihên herî germ ên Hêla Ekuatorê û deverên nêzikî wê tê çandin; devera ku ji Hêlîpana 37 a bakur heta Hêlîpana 37 a başûr digire ber xwe.Teyîsîna rasterast a Rojê, germ û barana zêde li vê kembera navendî ya Erdê dibe sebeb ku pembû bi başî şîn bibe û geşe bike.

Giyayê pembûyê di qonaaxên seretayî da pêwîstiyeke zêde bi avê heye; lê piştî ku qozaxeya wê vedibe û gulpembûya sipî jê azad dibe,  rêjeyeke kêm a avê heta asta yek ji sê têrî dike. Bikaranîna herî zêde ya pembûyê li pêşesaziya cil û bergane û kar û pîşeyê ji bo bi miliyonan kesî li seranserî cîhanê dabîn dike. Tayên pembûyê tenha ta ye ku pêwîstî bi nermkirin an her kiryareke din a pirr-xerc tune.

Li cîhanê bîst cûreyên giyayê pembûyê hene ku tenê çar cûreyên wê tên çandin. Piştî Soviyeta berê, Çîn û Amerîka di rêza û duyem û sêyem a berhemênerên herî mezin ên pembûyê li cîhanê ne. Ji bilî van welatan, pembû bi rêjeyeke bilind li Hind, Pêrû, Pakistan, Misr û deverên nêzikî Hêla Ekuatorê tê çandin. Bilindiya giyayê pembûyê navbera 1-2 mitran e.

reh û kokên pembûyê dirêj û pelên wê pan û gulên wê jî sipî ne; helbet temenê gulên pembûyê tenê rojek e. Dema ku gula wê diçilmise, mêweyê wê jî dişewite û ji nav diçe. Lê belê tora pembûyê nêzikî du mehan pêwsît e heta ku hişk û zuha bibe û veguhere bo qozaxeyê. rengê wê kesk e û nêzikî 5 cm dirêjiya dorbera wê ye. Li nav tora qozaxeyê bi rêjeyeke zêde tov û rîşalên pembûyê hene ku dirêjahiya her tayekê nêzikî 3 cm e û 90% selûloz e.

Pembû li kargehên terzîtî, cil û berg, mafûr, çarşev û xebatên pizîşkî da tê bikaranîn. Ji dendikên pembûyê rûn tê girtin û li pêşesaziya sabûnê sûdeke mezin jê tê wergirtin. Her wiha piştî derxistina rûn ji dendikên pembûyê, bermahiya wê wek xwareka heywanan tê bikaranîn.

Serepeyv