Hevrika Hişê Çêkirî ya OpenAIyê bi bihayekî kêmtir ji 50 dolarî hat çêkirin
Sibat 06, 2025 11:35 Asia/Tehran
Lêkolerên Zanîngeha Stanfordê û Zanîngeha Waşîngtonê karîn modeleke Hişê Çêkirî ya argumental bi bihayekî kêmtir ji 50 dolarî hîn bikin.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê TechCrunchê, modela nû ya Hişê Çêkirî bi navê s1 karî di cerribandinên bîrkarî û kodnûsînê da weke modelên argumental ên pêşketî weke o1'a Kompaniya OpenAI û R1'a Kompaniya DeepSeek'ê bixebite.
Modela s1 tevî data û koda bikarhatî ji bo hînkirina wê li platforma GitHubê heye.