"Bûna di bin çavdêriyê de" bandoreke çawa li mejiyê me dike?
Lêkolînên zanyaran nîşan didin, Bûna di bin çavdêriyê de bandoreke seyr li zihnê mirov dike û hîseke taybet û nîgeranker ku ji ber temaşabûnê ye, lê çê dike.
Li gorî rapora koma zanistî ya IRNAyê, Çi kameraya çavdêriyê ya firoşgehekê vî hîsê bide me, çi hevkarek ku hemî tevgerên me dixe bin çavdêriyê; bi her awayî eva hesteke seyr e.
Vê hestê bingeheke derûnnasiyê heye û mejiyê me amade dike da ku dema di bin çavdêriya kesên din de, yanî dema ji aliyê kesên din va tê meyîzandin û temaşekirin hişyartir û agehdaranetir tevbigere. Balkêş e ku ev rewş bê ku em pê bihesin, diqewime.
Komeke lêkolerên Zanîngeha Teknolojiyê ya Sîdneya Awstralyayê lêkolînek bi mebesta vekolandina zêdetir a vê diyardeyê pêk anîn. Armanca wan vekolandina bandora çavdêriyê li ser aliyê giring ê îdraka hîsî ya mirov, yanî şiyana têderxistina awirê kesên din bû.
'Kiley Seymour' mamosteya Zanistên Rehên Tevgeriyanê ev bandor bi vî rengî pênase kir: Em dizanin ku kamerayên çavdêriyê reftara me diguherînin û hema ev yek hokara sereke ye ku ev teknolojî ji hêla dikandar û aliyên din va ji bo pêşîgirtin li hinek tevgeran tê bikaranîn.
Wê got: Em tê gihîştin dema ku mirov di bin çavdêriyê da ne, tenê reftara wan a aşkira naguhere; belkî mejiyê wan jî şêwaza proseskirina datayan diguherîne. Me hin şehediyên rasterast dîtin ku nîşan dide çavdêriya aşkira bi rêya kameraya çavdêriyê bi awayekî berçav bandorê li xebata bê hemdê xwe ya îdraka hîsî ya mirov dike.
Şiyana têderxistina awirê zîq ê kesên din, rêbazeke mayînê ye. Eva xerîzeyek e ku alîkariya me dike gefên îhtimalî yên hawîrdorê wek nimûne gefên nêçîrvanan nas bikin. Wisa diyar e dema ku em di bin çavdêriya kamerayên çavdêriyê da ne, ev hîsê zatî bi awayekî seyr çalak dibe.