Fosîlên darên kevnar li Inglîzê hat keşifkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i352739-fosîlên_darên_kevnar_li_inglîzê_hat_keşifkirin
Fosîlên darên kevnar weke nexlên (dara xurmeyê) li jeoparkeke Intglîzê hatin keşifkirin.
(last modified 2025-01-01T10:45:55+00:00 )
Çile 01, 2025 14:14 Asia/Tehran
  • Fosîlên darên kevnar li Inglîzê hat keşifkirin

Fosîlên darên kevnar weke nexlên (dara xurmeyê) li jeoparkeke Intglîzê hatin keşifkirin.

Li gorî nûçeya IRNAyê, Berpirsên Jeoparka Riviera'yê li Inglîzê ku wek yek ji 8 jeoparkên UNESCO'yê tê naskirin ragihandin ku, fosîlên darên kevnar ku nifşa kevn a darxurmeyên roja îro ne, li navçeya Saltern Cove'ê li başûrê rojavayê Inglîzê hatine keşifkirin.

Temenê van fosîlan 377 miliyon sal e û bi lêkolîna li ser wan, raboriya erdnasiyê li vê navçeyê û gelek taybetmendiyên dîrokî yên têkildar dê bên keşifkirin.

Jeopark an Parka Erdnasiyê li gor danasîna UNESCO'yê, deverek bi sînorên tam aşkira û têra xwe berfireh e ku çend diyardeyên kêmdîtî û berçav ên erdnasiyê digire ber xwe.

Fosîlên ku hatine keşifkirin aîdî lycopsid'an in ku wek nifşa berê ya darxurmeyên îroyîn tên hesibandin.