Kanûn 22, 2024 17:12 Asia/Tehran
  • ‌Du stêrk li Kadiza Rêya Şîrî li dor hev dizivirin

Zanyar vê îhtimalê pêş dixin ku du stêrk li nêzikî çalereşeke gelekî girs û giran li Kadiza Rêya Şîrî (Milky Way) li dor hev dizivirin; tiştê ku ji hêla zanista stêrknasiyê va kêmdîtî ye.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Phys'ê, Hema bêje her kadizeke mezin çalereşeke gelekî girs û giran li navenda xwe dihewîne. Çalereşa ku li hundirê Kadiza Rêya Şîrî bi cih bûye wek Kevanê A (Sagittarius A) tê binavkirin. Giraniya wê hema bêje 4 miliyon qatî giraniya Rojê ye; ev çalereş hema bêje aram e û carinan gaz an toza ku ber bi wê va tê, dadiqurtîne nava xwe.

Zanyar dizanin ku stêrk dikarin li nêzikî çalereşan çê bibin û heta li dora wan bizivirin; lê wan qet nedîtiye ku cot-stêrkek li navbireke ewqasî nêzik li çalereşekê mayîna xwe berdewam bikin.

Wisa xuya ye, ev stêrkên cêwî bi temenê xwe yê 2.7 miliyon salî hema bêje ciwan in. Zanyar dibêjin, wisa tê xuyakirin ew bi navbireke guncan li dora hev dizivirin: Eger gelekî zêde ji hev dûr bin, hêza kêşanê ya çalereşê wan ji hev vediqetîne; eger jî li yêk nêziktir bibin, dibine yek û stêrkeke nû pêk tînin.

Serepeyv