Zanista çêkirina alava kevirşikên a ji derveyî laşê mêriv va
Kanûn 12, 2024 18:20 Asia/Tehran
Zanyarên îranî ji bo cara yekem karîn alava kevirşikên a ji derveyî laşê mêriv va saz bikin.
Hebîbullah Mûsewî endamê desteya zanistê ya Zannîgeha Zanistên Pizişkî ya Hemdanê li rojavaya Îranê got: Nexweşên vî warî bi vê alavê tên dermankirin, bi awayekî ku ewê alavê datînn ser parxanê kesên nexweş û bi pêl û sîgnalên ku tên şandin, kevirê di gurçik an organên din ên laşê mêriv da tê şikandin.
Wî dîyar kir ku nêzî 10 sala ye tîmeke gellekî zane ji bo amadekirina vê alavê kar dike û nika ew alava pizişkî di halê derbaskirina ji qonaxên testê da ye.