Benîştê ku dikare pêşî li zarokanîna pêşwext bigire
Encama lîkolîneke nû nîşan dide ku cûyîna benîştê digel Xylitol'ê (Zaylîtol) metirsiya zarokanîna pêşwext kêm dike.
Li gorî rapora ISNAyê jidayîkbûna pêşwext yekem sedema mirina zarokên di bin 5 salî da ye. Eva pirsgirêkeke cidî bi taybet li hin welatan wekî Malawîyê ye ku tê da sedî 20 ji zarokanînan pêşwext in.
"Xylitol" şîrînkereke elkola şekirê ye ku pirranî li benîîşt, heb û şekirokan tê zêdekirin. Ev made alîkariyê dide kêmkirina bakteriyên ziyandar ên nav devî û bi kêmkirina xeter4a tûşbûna bi nexweşiyên pidiyan, saxlemiya devî baştir dike.
Lêkoler dibêjin, tûşbûna bi nexweşiya pidiyan xetera zarokanîna pêşwext û zarokanîna bi kêşa kêm a bedenê ji du heta sê qatî zêdetir dike.
"Greg Valentine" profesorê zarokan li Koleja Pizîşkiyê ya Zanîngeha Waşîngtonê dibêje, em hemî matmayî bûn dema ku me bandoreke wisa berçav a cûyîna benîştê li ser kêmkirina rêjeya zarokanîna pêşwext dît.
Encamên vê lêkolînê li Kovara Med'ê hatine weşandin.