Meteorîta 100 kîloyî li Birca Azadîyê hat nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i351777-meteorîta_100_kîloyî_li_birca_azadîyê_hat_nimandin
Meteorîta 100 kîloyî wek "Meteorîta hesin a herî mezin a Îranê" îro li Mûzexaneya Meteorîtan a Birca Azadîyê hat nimandin.
(last modified 2024-10-17T11:09:55+00:00 )
Çirî 17, 2024 12:43 Asia/Tehran
  • Meteorîta 100 kîloyî li Birca Azadîyê hat nimandin

Meteorîta 100 kîloyî wek "Meteorîta hesin a herî mezin a Îranê" îro li Mûzexaneya Meteorîtan a Birca Azadîyê hat nimandin.

Li gorî rapora ISNAyê, Giranîya vê meteorîtê (kevirên ku ji fezayî derbasî atmosfera Seyroka Erdê bûne û li erdê ketine) 100 kîlogram e û li Mûzexaneya Meteorîtan a Birca Azadiyê ya Tehranê tê parastin; mûzexaneya ku ji 8 salan beriya niha va hatiye vekirin û tê da 1200 heb meteorît tên parastin.

Meteorît ji cûreyên "Hesin", "Kevirê Hesin" û "Kevirîn" in û ev yek ji cûreya hesin e.

Meteorîtên "Hesin" li navoka hûre-seyrokên (Asteroid) veguhertî çê bûne; ji hûre-seyrokên ku heliyabin û haleta wan a seretayî veguherîbe, hûreseyrokên veguhertî tê gotin.

Dema ku ev hûre-seyrok dihelin, Nîkêla wan li navoka wan dadiwerive; Erd jî seyrokek e û navoka wê ji hesin û nîkêlê ye. Vêca eger rojek bê û Erd û seyrokeke din li hev kevin, dê ji hev hilweşe û gişt parçeyên wê ji navok û posteyê wê li fezayê belav bibin.