Rengê baskên minîkan ji ber çi ye?
Komeke lêkolerên navneteweyî sazûkareke jenetîkî keşif kirin ku bandorê li neqş û rengên balkêş û lihevalîyayî yên baskên minîkan dikin.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Malpera Physê, Komeke lêkoleran bi sergêriya Luca Livraghi li Zanîngeha The George Washington'ê ya Amerîkayê û Zanîngeha Cambridgeê ya Inglîzê tê gihîştin ku berovajî hizirîna berê, molekûleke RNAyê roleke bingehîn di hebûna rengdaneyên (pigment) reş li ser baskê minîkan heye. Pêştir wisa dihat fikirîn ku rola proteînekê di vê yekê da heye.
'Ribonucleic acid' yan RNA hevrê digel DNA û Proteînê sê molekûlên gir ên sereke ne ku ji bo hemî cûre bûnewerên naskirî pêwîst in.
Eva ku neqş û rengên ronî çawa li ser baskên minîkan çê dibin, ji mêj va ji bo biyolojîstan balkêş bûye.
Koda jenetîkî ya li ser şaneyên baskên minîkên ku di halê mzinbûnê da ne, rêzbendiya taybet a rengan li ser felsên bask ku neqş û nîgarên baskî pêk tînin, diyar dike. Weke rêzebendiya bicihbûna pîkselên rengî ji bo pêkanîna wêneyeke dîjîtal.
Lêkoleran jenek keşif kirine ku molekûleke RNA berhem tîne (ne ku Proteînek) û ev molekûl cihê çêbûna rengdanyên reş di heyama veguherîna minîkan da diyar dike. Wan bi rêya bikaranîna şêwaza CRISPRê nîşan dan dema ku jena berhemênera molekûla RNAyê tê wêdadayîn, minîk bi tamî posteyên rengdaneya xwe ya reş ji dest didin û têkiliyeke aşkira navbera çalakiya RNA û berfirehbûna rengdaneya reş heye.
Encama vê lêkolînê li Kovara Hefteyî ya Akademîya Neteweyî ya Zanistan (National Academy of Sciences) a Amerîkayê hatiye weşandin.