Sêyemîn Civîna Hevbeş a Îran, Erebistan û Çînê
Civîna hevbeş a sêalî ya Îran, Çîn û Erebistanê li Tehranê hate lidarxistin.
Civîna hevbeş a sêalî ya Îran, Çîn û Erebistana Siûdî bi serokatiya Mecîd Text- Rewançî Cîgirê siaysî yê Wezareta Derve ya Îranê û bi amadebûna şanda paşatiya Siûdî bi serokatiya Welîd Xerîcî, Cîgirê Wezîrê Derve yê paşatiya Erebistanê û şanda Çînî bi serokatiya Miyao Diyo Cîgirê Wezîrê Derve yê Çînê hate lidarxistin.
Aliyên Îranî û Siûdî ser sozdariya xwe bo cihaîna hemî xalên peymana Pikenê û hewldana berdewam ji bo xurtkirina têkiliyên cîrantiya baş navbera her du welatan ji rêya pabendbûna li peymana NY , Peymana Rêxistina Hevkariya Îslamî û qanûnên navneteweyî ji wan rêzgirtina li serwerî, yekparçeyiya axê, serxwebûn û ewlehiya aliyan tekez kirin. Çînê her wiha ser amadebûna xwe bo dewama piştgirî û handana gavên Îran û Erebistanê ji bo pêşxistina têkiliyên xwe di warên cûrbecûr tekez kir.
Her sê welatan banga rawestandina bilez a destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Filistîn, Lubnan û Sûriyê kirin û destdirêjî û binpêkirina serwerî û yekparçeyiya Îranê şermezar kirin. Her sê welatan ser piştgiriya xwe ji rêçareya siyasî ya berfireh li Yemenê li gorî prensîbên navneteweyî û di bin çavdêriya NY de tekez kirin.