Tebax 31, 2024 17:32 Asia/Tehran
  • Erdhej çend mehan beriya qewimînê tên pêşbînîkirin!

Şêwaza nû ya xuliqandî ji aliyê zanyarên amerîkî va dikare qewimîna erdhejan ji çend meh pêştir va pêşbînî bike.

Li gorî rapora ISNAyê, Zanyaran şêwazeke nû xuliqandine ku dikare erdhejekê ji çend mehan beriya qewimînê va bi awayekî deqîq pêşbînî bike.

Ev şêwaza ku ji aliyê zanyarekî li Zanîngeha Alaska Fairbanks'ê va hatiye xuliqandin, liv û tevgerên geolojîk li kûrahiya erdê li deverên mezin vedikolîne.

Ev lêkolîn bala xwe dide ser çalakiyên seretayî yên çalakbûna volkanan û erdhejan û Teknolojiya Hînbûna Maşînî ji bo pêşbînîkirina rûdanên wiha bi kar tîne.

Vê lêkolînê bi rêberiya mamosteyekî lêkoler bi navê 'Társilo Girona' ji Enstîtûya Geo-Fîzîkê ya Zanîngeha Alaska Fairbanks'ê du erdhejên mezin li Alaska û Kalîforniyayê (erdheja 7.1 Rîşterî li navçeya Enkoreycê ya Alaskayê û rêze erdhejên ji 6.4 heta 7.1 Rîşteran li navçeya Ridgecrestê ya Kalîforniyayê di sala 2019an da) analîz kirin.

Lêkoler tê gihîştin ku beriya qewimîna van du erdhejan hema bêje sê mehan erdhejên navçeyê bi hêza kêm û ne asayî li derdora sedî 15 heta 25ê başûrê navenda Alaskayê û başûrê Alaskayê qewimîne.

Serepeyv