Tebax 20, 2024 16:14 Asia/Tehran
  • Teleskopa James Webbê dîmenên stêrkên nûçêbûyî kişandin

Dîmeneke nû ji Sehabîya Mar ku bi rêya Teleskopa Fezayî ya James Webbê hatiye kişandin nîşan dide, dema ku ewrên pêkhatî ji gazê rûdinin û stêrkan çê dikin, ew stêrk hemî di tûşekê da dizivirin.

Li gor rapora IRNAyê ji zarê Live Scienceê, ev dîmeneke nû ji Sehabîya Mar e ku tê da ewrek ji gaz û tozê bi ronahiya stêrkê ronî dibe. Teleskopa Fezayî ya James Webbê bi bikaranîna şiyanên xwe yên jêrsor, niha çavkaniya wê ronahiyê nîşan dide: Stêrkên nûçêbûyî.

Tomarkirina vê dîmenê ji ber wê yekê giring e ku hin şehediyan ji bo vê teoriyê dabîn dike ku dema ewrên gaz û tozê rûdinin û stêrkan pêk tînin, stêrkên çêbûyî gişt di tûşekê da dizivirin. Lê beriya ku Teleskopa James Webbê vê dîmenê bikişîne, îmkana ku stêrkên nêçêbûyî li gor şiyan û qabiliyetên heyî werin dîtin, tunebû; loma piştrastkirina vê teoriyê jî ne pêkan bû.

'Klaus Pontoppidan' ji lêkolerên payebuilind ên NASAyê got: Stêrknasan ji mêj va wisa fikir dikirin ku bi hilweşiyana ewran (gaz û toz) ji bo pêkhatina stêrkan, stêrk zêdetir di tûşekê da dizivirin, lê ev dîmen beriya niha bi awayekî rasterast nehatibû dîtin.

Hêjayî gotinê ye, Sehabî anku Nebula ewrên çirr ên gazê ne ku di derdora stêrkeke mirî da çêbûne. Sehabîya Mar (Snake Nebula) ewrek ji gaz û tozê ye ku jixwe ronahiyê belav nake, lê ronahiya stêrkên nêzikî xwe yan yên hundirê xwe vediteyîsîne.

Kevnatiya vê sehabiyê ji 1 heta 2 miliyon salî ye.

Serepeyv