Tebax 03, 2024 18:57 Asia/Tehran
  • Amûra ku pêşûyan nas dike, dişopîne û ji nav dibe

Van rojan hebûn û berfirehbûna pêşûyên ku nexweşiyan belav dikin bûye sedema nîgeraniyê û çi tiştek baştir ji vê yekê ye ku amûreke me hebe ku kit bi kitê pêşûyan li hawîrdora me nas bike û wan ji nav bibe.

Li gorî rapora ISNA'yê,, Pêşû hostayê revîn û veşartîmayînê li atmosferên girtî yên weke nav xanî ne; teqez ji bo we jî qewimiye ku piştî hewldaneke serneketî ji bo lêdana wan an girtina wan li hewa, we nekariye karekî bikin û ew pêşû jî ji ber çavan winda bûbe. Li vir e ku amûra bi navê 'Iris' a ku ji aliyê Startup'a Bzigo'yê va hatiye çêkirin tê alîkariyê; amûra ku pêşûyan nas dike û nîşanî me dide ku ew tam li ku derê ne.

Vê amûrê cara yekem sala 2020î bala me kişand, dema ku tenê wek nimûneyeke seretayî bû. Niha piştî 4 salan bi awayekî ticarî hatiye bazarê.

Eger Iris li cihekî were danîn ku bikare hema bêje hemî cihên odeyekê bibîne, kamerayeke bi qabiliyeta bînahiya zêde û nermalavekê ji bo skenkirina hertimî ya hawîrdorê û naskirin û şopandina pêşûyan bi kar tîne.

Iris bi komeleke LAD'yê jêrsor hatiye cîhazkirin ku bi saya wan dikare heta di tarîtiyê da jî pêşûyan nas bike.

Wisa xuya dike ku ev amûr bi Hişê Çêkirî tê piştgirîkirin; ji ber ku bi hêsanî ji aliyê cûreyên din ên hûrekêzikên firrok ên weke şevşevokan an jî pirtikên tep û toza heyî li hewa nayê xapandin.

Dema ku pêşûyek were naskirin, Iris mewqiya wê heta dema ku li cihekî dakeve, dişopîne. Piştra Iris wî cihî bi nîşankereke leyzerê ya sor nîşan dide; di vî halî da bi awayê bêtêl û bi rêya bernameyeke Android an iOS li ser mobaylê, bikarêner ji hebûna pêşûyê haydar dike.

Dema ku pêşû hat naskirin û hişyariya hebûna wê hat dayîn, Iris pêşûkuja xwe ya elektrîkî ji bo jinavbirina wê bi kar tîne.

Serepeyv