Tebax 01, 2024 17:14 Asia/Tehran
  • Ev pêlîstok bi Hişê Çêkirî hatiye cîhazkirin

Yekem pêlîstoka cîhazkirî bi Hişê Çêkirî li cîhanê bi navê BubblePal'ê ji aliyê Kompaniya Pêlîstokfirotinê ya Haivivi'yê va hat nasandin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Pêlîstoka cîhazkirî bi Hişê Çêkirî ya Haivivi'yê hevpeyîvînên xwezayî bi zarokan ra pêk tîne û cûreyeke hevrêtiya hestbarî digel wan mumkin dike.

Li cîhana ku bi zêdebûna teknolojiyên Hişê Çêkirî bi hez di halê guherîn û pêşketinê da ye, kompaniyên cûrbicûr hin pêlîstokan ji bo zarokan pêşkêş dikin ku bi Hişê Çêkirî tên piştgirîkirin.

Tevî ku hinek dibe ku li ser vê bawerê bin ku pêlîstokeke wisa xeternak e, lêbelê nivîskarekî li nûçenameya xwe şirove kiriye ku pêlîstokên cîhazkirî bi Hişê Çêkirî dikarin bersiv bidin kiryar û peyvên zarokan û tecrubeya lîstinê ya balkêştir û pirralîtir ji bo wan pêk bînin.

Wek mînak, heywanên navmalê yên robotîk dikarin nav û tecrîhên ku zarok ji wan hez dike hîn bibin û reftara xwe li gor wan saz bikin.

Pêlîstoka BubblePal'ê bi bikaranîna teknolojiya Kompaniya Cîhanî ya Hişê Çêkirî (AIGC) wek yekem pêlîstoka danûstandinî li cîhanê hatiye binavkirin. Ev pêlîstok çend zimanan zane û ev yek lîstina bi wê ji bo zarokan li seranserî cîhanê hêsantir dike.

BubblePal'ê porta şarjkriinê ya USB-C heye ku temenê bateriya wê ya 4 saetî garantî dike.

Ev pêlîstok jin bo zaerokên ji 3 heta 12 salî hatiye dîzaynkirin û gellek kesayetiyên klsîk pêşkêş dike ku her yek ji wan xwedan deng û çîrokan e.

Serepeyv