Kevnarenasan berê xwe dan gorên nenas ên Girê Xwaceyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i348598-kevnarenasan_berê_xwe_dan_gorên_nenas_ên_girê_xwaceyê
Lêkolînên li ser gorên qada Girê Xwaceyê yê Sîstanê bi mebesta belgewarkirina definkirinan û raberkirina kronolojiya deqîq dest pê bû.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Hezîran 04, 2024 16:21 Asia/Tehran
  • Kevnarenasan berê xwe dan gorên nenas ên Girê Xwaceyê

Lêkolînên li ser gorên qada Girê Xwaceyê yê Sîstanê bi mebesta belgewarkirina definkirinan û raberkirina kronolojiya deqîq dest pê bû.

Li gorî rapora ISNA'yê, Reza Mêhr-Aferîn Sergêrê Desteya Kevnarenasiyê ya Girê Xwaceyê li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê definkirina bi kevirên rêzkirî wek cihwarekî taybet li Girê Xwaceyê zanî ku gellekî zêde li beşên cûrbicûr ên vî girî tê dîtin. Wî têkildarî vê yekê got: Heta niha lêkolîneke serbixwe li ser goran pêk nehatiye û diyarkirina dîroka wan hertim mijareke nakokiyê navbera kevnarenasan bûye. Vêca pêkanîna projeyeke meydanî bi mebesta pergalmendkirin û belgewarkirina van binaxkirinan û raberkirina kronolojiyeke deqîq ji bo wan pêwîst bû.

Vî kevnarenasî got: Kolandin û lêkolînên bi merema pergalmendkirina gorên qada cîhanî ya Girê Xwaceyê yê Sîstanê bi piştevaniya Rêveberiya Giştî ya Mîrasa Çandî, geştyarê û Pêşeyên Destî ya Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê û destûra Lêkolîngeha Mîrasa Çandî û Geştyariyê bi tîmeke pêkhatî ji pênc kevnarenasan di beşên jorîn ên Girê Xwaceyê dest pê bûye.

Wî got: Girê Xwaceyê wek bilindahiya herî giring a Deşta Sîstanê ye ku 20 kîlomitran dûrî başûrê Zabolê û wek giraveke biçûk li nav Gola Hamûnê cih girtiye û bilindahiya herî zêde ya vî girî ji asta deştê 120 mitr û çembera wî jî derdora du kîlomitr û nîv e.

Mêhr-Aferîn got: Ev gir bi navê "Oşîda" li Evistayê hatiye destnîşankirin û herî kêm li sê olên Zerdeştî, Xirîstiyanî û Îslamê xwedan pîrozweriyeke taybet bûye û vê hêmana pîrozweriyê hertim ev der veguherandiye şûnwarekî mezhebî yê balkêş ji bo ziyaretkirin û spartina miriyan li axê.