Hezîran 04, 2024 19:50 Asia/Tehran
  • Êdî têderxistina şêrpenceya Endometr û Hêkdankê li malê jî pêkan e

Dibe ku bi salan dem derbas bibe heta ku pizîşk bi awayekî teqil şêrpenceya endomter û hêkdankê li jinan tê derxin; di halekî da ku niha bi aşkirabûna nîşaneyan, diyar dibe ku ev nexweş di qonaxên pêşdeçûyî yên nexweşiyê da ne.

Bi vî halî, zanyarên klînîka Mayoyê niha bi bikaranîna testên ku jin dikarin li mala xwe pêk bînin, li hin rêkaran ji bo têderxistina pêşwext a van du şêrpenceyan nêzik bûne.

Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê SF'ê, berovajî şêrpenceyên din, ti pişkinîn û bêjingkirineke standard ji bo şêrpenceyên endometr (qata herî hundirîn a malzarokê) û hêkdankê tuneye. Çaverêtî heye hevrê digel bêjingnekirina ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê, rêjeya belavbûna şêrpenceya endometrê ji ber hokarên hawîrdorê, zêdebûna rêjeya qelewbûnê û nexweşiya şekirê zêdetir bibe. Şêrpenceya endometrê vê demê di rêza şeşem a şêrpenceyên herî berbelav li nav jinan li seranserî cîhanê ye û şêrpenceya hêkdankê jî di rêza heştem da ye.

Walther-Antonio lêkolerê Beşa Neştergerî û Jinan û Zarokanînê ya Klînîka Mayoyê û Navenda Giştalî ya Şêrpenceyê ya Klînîka Mayoyê, di daxuyaniyeke medyayî da got: Bêjingkirina Mîkrobiyûmê ji bo têderxistina pêşwext dibe ku bibe sebeba baştirbûna nexweş.

Lêkolînên berê yên vê komê 17 cûreyên bakteriyayî keşif kirin ku hebûna wan li nav rûviyên mirov têkildarî şêrpenceya endometrê ye. Ji nav 17 mîkroban, yek ji wan zêdetir têkildarî du şêrpenceyên jinan bû.

Mîkrobiyûma roviyan, mala bi miliyaran mîkro-organîzmên weke bakterî, vîrûs û kufkarikan e. gellek mîkrob alîkariya bedena mirov ji bo helandina xwarinê û parastina tenduristiya giştî dikin. Hinekên din ewqasî bi mifa nînin û dikarin zirarê li tenduristiyê bixin an nîşaneya destpêbûna nexweşiyê bin.

Lêkolînên niha pêkhatî ji keşifkirina mîkrobine taybet in ku nîşaneyek ji şêrpenceyên îhtimalî yên endometr û hêkdankê ne. Naskirina van nîşanderên nexweşiyê alîkariyê dide ji bo çêkirina kîtên navmalî ji bo jinan da ku metirsiya tûşbûna bi şêrpenceyê bicerribînin. Keşifkirina van nîşaneyên mîkrobî dikare yarmetiyê bide pizîşkan da ku beriya pêkhatina şêrpenceyê zûtir destwerdana xwe pêk bînin.

Tiştê balkêş eva ye, di halekî da ku şêrpenceyên endometr û hêkdankê dikarin her jinekê tûşî nexweşiyê bînin, lêbelê metirsiya tûşbûna bi cûreyên giran û xedar li nav jinên reşpost zêdetir e.

 

Serepeyv