Hevdem digel Pêşangeha IRAN Health'ê dê Rûdana Techno Vest'ê were lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i348125-hevdem_digel_pêşangeha_iran_health'ê_dê_rûdana_techno_vest'ê_were_lidarxistin
Parka Teknolojiyê ya Perdîsê wek cihênera Dora 25an a Pêşangeha IRAN Health'ê, dê Rûdana Sermayeguzariyê ya Techno Vest'ê di warê tenduristiyê da li dar bixe.
(last modified 2024-05-12T12:59:56+00:00 )
May 12, 2024 14:53 Asia/Tehran
  • Hevdem digel Pêşangeha IRAN Health'ê dê Rûdana Techno Vest'ê were lidarxistin

Parka Teknolojiyê ya Perdîsê wek cihênera Dora 25an a Pêşangeha IRAN Health'ê, dê Rûdana Sermayeguzariyê ya Techno Vest'ê di warê tenduristiyê da li dar bixe.

Li gorî rapora ISNA'yê, Ev rûdan bi armanca piştevaniya ji Parka Teknolojiyê ya Perdîsê ji bo zêdekirina wergirtina sermayeyê bo kompaniyên çalak di warê tenduristiyê bi hevkariya "Pergala Dabînkirina Darayî û Sermayeguzariya Karênê" tê lidarxistin.

Li gorî rapora Navenda Têkilîdanîn û Ragihandinê ya Cîgirtiya Zanistî, Teknolojî û Abora zanistbingeh a Serokkomariya Îranê, Rûdana Techno Vest'ê bi armanca îcadkirina derfeta sermayeguzariyê li planên daxwazkera sermayeyê di warê tenduristiyê da, dê li rex Pêşangeha IRAN Health-1403'ê da were lidarxistin.

Techno Vest'a tenduristiyê dê 21ê Gulana 2024an li Hola hejmara 35 a Pêşangeha IRAN Health'ê were lidarxistin.