May 07, 2024 18:28 Asia/Tehran
  • Hûre-seyrokeke bi mezinahiya otobûsekê sibe ji rex Erdê derbas dibe

Stêrknas çaverê ne ku hûşreseyroka bi navê JR1 2024 saet 08:04 a roja Sêşemiyê li gorî dema navçeya rojhilatî (saet 03:34 a berbanga Çarşemiyê li gorî dema Tehranê) bigihêje navbira xwe ya herî nêzik digel Seyroka me anku Erdê.

Li gorî rapora ISNA'yê, JR1 2024 ku hûreseyrokeke 10 mitrî ye tenê sê rojan piştî keşfbûnê dê heta 296 hezar kîlomitran nêzikî Erdê bibe. Di rastiyê da, ev kevirê fezayî li vê navbirê ji Heyvê jî li me nêziktir dibe.

Li gorî rapora Space'ê, Du rojan piştî derbasbûna vî kevirê fezayî ji rex Erdê, kevirekî din ê fezayî bi navê JD 2024an tenê hefteyekê piştî keşfkirina wî, dê ji navbira hema bêje 278 hezar kîlomitriya Erdê derbas bibe. Eva jî kêmtir ji navbira Erd û Heyvê ye.

NASA'yê heta niha nêzikî 35 hezar hûreseyrokên nêzikî Erdê keşf kirine ku hejmareke hindik a wan metirsiya lêketina li Erdê hene.

Serepeyv