Nîsan 18, 2024 23:06 Asia/Tehran
  • NASA di pey rêyeke erzantir û bileztir ji bo veguhestina nimûneyên Marsê bo Erdê ye

Bernameya NASA'yê ji bo hanîna nimûneyan ji Seyroka Mars anku Mirîxê paşda ket da ku rêyeke bileztir û erzantir ji bo vî karî raber bike.

Li gorî rapora IRNA'yê, Marsgerra Perseverance'ê ya NASA ji dema daketina xwe li ser vê seyrokê di sala 2021ê da heta niha 24 nimûne berhev kirine û armaanc eva ye ku zêdetirî 30 nimûne ji bo vekolandina nîşaneyên îhtimalî yên jiyana kevn li Marsê berhev bike.

Anîna nimûneyên kevir û axê ji Marsê bo Erdê di çend dehsaliyên raborî da di lîsteya kiryarên NASA'yê yên werin kirin da ye, lê bi zêdebûna xerc û lêçûnan tarîxa vî karî jî berdewam paşda ketiye. NASA'yê vê dawiyê di venihêrîneke serbixwe da lêçûna giştî ya vê bernameyê ji 8 heta 11 miliyar dolarî berawird kir û tarîxa gihîştina vî barî jî sala 2040î pêşbînî kiriye ku dehsalek derengtir ji tarîxa ragihandî ye.

Bill Nelson Rêveberê NASA'yê di civîneke nûçeyî da got: Ev tarîx gellekî dereng û lêçûna wê jî gellekî zêde ye. Wî ji pêşekariyên ne-hikûmî û navendên NASA'yê xwest ku bijardeyên din ji bo venihêrîna vê projeyê raber bikin.

NASA dixwaze herî kêm hinek ji van nimûneyan di dehsaliya 2030î da bi xerceke kêmtir ji heft miliyar dolarî veguhezîne Erdê; ji bo vê yekê pêwîstî bi fezagerekê ji bo çûn û vegriyana Marsê heye.

Serepeyv