Nîsan 11, 2024 16:26 Asia/Tehran
  • Hişê Çêkirî bi teqlîdkirina pergala cotpeydakirina minminîkan tê pêşxistin

Mimminîk ji bo cotbûnê hiskerên dîtbarî û kîmyayî bi kar tînin, di halekî da ku Hişê Çêkirî bi giştî bala xwe dide ser taybetmendiyeke hisî. Lêkoleran platformek pêş xistine ku dikare hevdem zanyariyên du hisên dîtbarî û kîmyayî berhev bike û vekolîne. Ev destkeft alîkariyeke bibandor dide baştirkirina xebata Hişê Çêkirî.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Malpera Mirage News'ê, Bûnewerên zindî ji bo ku di9gel hawîrdora xwe têkiliyeke durist hebin, hewcedarê komkirina zanyariyan bi rêya organên xwe yên hiskirinê ne da ku bi vê rêyê biraya herî baş ji bo aliyên cûrbicûr ên jîna xwe bidin. Tevî girîngiya pêkvebûna çend-hisî li heywanan, lê babetên weke Hişê Çêkirî (AI) bala xwe dane ser zanyriyên take-hisî. Ev tekezneki9rna li ser pêkvebûna çend-hisî dikare girêdayî bi nebûna platformekê be ku bikare hisên cûrbicûr bi hev ra bi kar bîne.

Lêkolerên Zanîngeha eyaletî ya Pensîlvanyayê li Amerîkayê bi bikaranîna taybetmendiyên hiskeriya kîmyayî ya Grafênê (Graphene) û hiskeriya ronahiyê ya takelayên Dî-Solfîda Molîbdenê (Graphene) xebitîne da ku vê sînordariyê ji holê rakin û platformekê ji bo berhevkriina lêzanînê çend-hisî raber bikin.

Şiyana Memorîstorên MOS۲ ji bo pêşxistina xelekên esebî bi qabiliyeta biryardana çendhisî hatiye bikaranîn. Ev platforma nû bi îlhamwergirtina ji pêkhateya bedenî ya cûreyeke minminîkan a bi navê Minminîka Helîkonyûsê (Heliconius) hatiye avakirin.

Di vê cûreyê da ji bo peydakirina cotê, minminîka mêza bala xwe dide ser nîşaneyên dîtbariyê (weke rengê bask) û nîşaneyên kîmyayî (weke fêromonan) ku ji aliyê mininîkên nêrza va ji bo bijartina cota xwe tên îcadkirin. Mimminîk vî karî bi mejiyekî biçûk ku enerjiya herî kêm bi kar tîne, pêk tîne. Vê taybetmendiyê dijheviyek digel dinyaya zanista komputerê heye ku tê da hesabkirinên pêşketî pêwîstî bi enerjiyeke zehf heye.

Lêkoleran bi teqlîdkirina vê taybetmendiya minminîkan, Grafên û MOS۲ bi kar anîne û platformeke memorîstorî raber kirine ku her du rolên hafîze (memorî) û prosesorê di xwe da dihewîne. MOS۲ ji ber qabiliyeta hiskeriya ronahiyê hatiye bijartin da ku teqlîda qabiliyeta dîtbariyê ya minminîkan bike. Grafênê jî şiyana hiskeriya kîmyayî heye û dikare heman rola hiskerên minminîkan di naskirina fêromonan da bilîze.

Serepeyv