Çawa Têgihîştin beriya jinavçûna hiş diguhere
Lêkolînek nîşan dide ku hebûna kêşeya proseskirina zimanî li rex jidestdana hiş û bîrê, ji nîşaneyên nivîşkaniya têgihîştinî yên nizim ên jibîrkirinê an jî bîrbîrokîbûnê ye.
Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê MIT News'ê, Kesên tûşbûyî bi nivîşkaniya têgihîştinê ya nizim nemaze ji cûreya ne-sereke ya Jibîrkirinê (aMCI) anegorî kesên mezin ên saxlem ji hêla têgihîştinê va, tûşî metirsiyeke zêdetir li ser jinavçûna hiş ji ber nexweşiya Alzeymer an jî Bîrbîrokîbûnê ne.
Niha lêkolîneke ji aliyê lêkolerên Zanîngehên MIT, 'Cornell' û Nexweşxaneya Giştî ya Masaçusêtê nivîkaniyeke bingehîn li kesên tûşbûyî bi aMCI'yê nas kiriye ku girêdayî bi pêkhatina zimanê dijwar e.
Van lêkoleran keşif kirine ku, her çend ku kesên tûşbûyî bi nivîşkaniya aMCI'yê dikarin tevn û nijyara bingehîn a hevokan yanî Rêziman an jî Sîntaksê û wateya wan (Watenasî) tê bigihêjin; lê ji bo proseskirin û vekolandina hin hevokên nedioyar ku di wan da cînavk amaje bi kesên ne-heyî di hevokan da dikin, dikevin teşqele û zehmetiyê.
Suzanne Fline lêkolera zimannasiyê li Zanîngeha MIT'ê û hev-nivîskara nivîsara ku encamên vê lêkolînê şirove dike, got: Ev encam yên herî pêşîn in ku mijara Sîntaksê vedikolînin û di rastiyê da derbsî qada faktorên razber ên têkildarî di proseskirina van pêkhate û nijyarên zimannasiyê dibin.