Adar 25, 2024 16:56 Asia/Tehran
  • Avêtina Fezagerra amerîkî-hindî hat taloqkirin

Pêkanîna reform û guhrînan li antênam ezin a ser Fezagerra Radarî ya amerîkî-hindî ya NISAR'ê bû sebeb ku avêtina vê fezagerrê heta nîveka duyem a sala 2024an were paşdahavêtin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Space News'ê, Rêxistina Fezayî ya Amerîkayê (NASA) roja 22ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku tarîxa nû ya avêtinê ji bo memûriyeta "Radara Devika Synthetic a NASA-ISRO'yê (NISAR) dê di dawiya Nîsanê da were diyarkirin. Hegera vê yekê pêkanîna hin xebatan ji bo parastina Reflektora vê fezagerrê hatiye zanîn ku di rastiyê da antênek e ku dema vebûna tevav 12 mitr panatiya wê ye.

NASA'yê di vê daxuyaniyê da ragihand: Ceribandin û analîzan nîşan da ku îmkaneke potensiyel ji bo germbûna antênê gellekî zêdetir ji asta pêşbînîkirî di dema firrînê da heye; bi mebesta pêşîgirtin li vê zêdebûna tînê, dê "Pêçekeke Taybet" li dora vê antênê were bikaranîn da ku bikare zêdetir ronahiyê veteyîsîne.

Li gorî nûçeya NASA'yê, Pêkanîna vî karî pêwîstî bi vêya heye ku ev antên ku di dema niha digel pêdiviyên din ên Fezagerra NISAR'ê li Hindistanê ye bo binkeyeke li Kalîforniyaya Amerîkayê were veguhestin. NASA'yê diyar nekir ku xebata veguhestina bo Kalîforniyayê û pêkanîna xebatên teknîkî yên pêçandin û vegerandina antênê bo Hindê dê heta kengî were domandin.

Rayedarên NASA'yê beriya vêya ragihandibûn ku ev çaverê ne xebata avêtina NISAR'ê di bihara îsal û nemaze heta dawiya Adara 2024an pêk were.

Serepeyv