Adar 14, 2024 19:10 Asia/Tehran
  • Roja Cîhanî ya 'Hejmara PÎ' derfetek ji bo têkiliya germ digel Bîrkariyê

Hejmara PÎ (π) hejmareke herî girîng û ecêb li cîhana bûnayetiyê ye; heta wê radeyê ku rojek ji bo naskirina wê ya zêdetir û Rêzgirtina Bîrkarî anku Matematîkê hatiye binavkirin.

Roja 14ê Adarê hevdem digel 24ê Meha Isfendê wek Roja Cîhanî ya Hejmara π (PÎ) hatiye binavkirin. PÎ (π) rêjeya dabeşkirina dora xelekê li ser çembera wê û hema bêje 3.14 ye. PÎ semboleke herî nasyar di Bîrkariyê da ye û di zanistên cûrbicûr weke Fîzîk û Estatîstkê da gellekî tê bikaranîn.

Eva ku çima ev roj yanî 14ê Adarê ji bo binavkirina rojekê bo Hejmara π hatiye bijartin çawaniya nivîsîna Roj/Mehê di tarîxa Zayînî da ye; roja 14an a meha sisêyan a Zayînî yanî 3/14 anegorî sê reqemên destpêkê yên Hejmara π ye.

Li gorî zanyariyên heyî, Cejna Roja Hejmara PÎ bo cara yekem di 14ê Adara sala 1988an bi dahêneriya Lori Shaw Fîzîkzana amerîkî hat rêzgirtin da ku têkiliyeke germtir digel Bîrkariyê were avakirin.

14ê Adarê her wiha roja jidayîkbûna Albert Einstein ji zanyarên herî bibandor û binavûdeng ên sedsala 20î ye. Albert Einstein di 14ê Adara sala 1879an ji dayîk bû.

Serepeyv