Keştiyên Hewayî jî dê bên bazarê
Adar 13, 2024 19:56 Asia/Tehran
Keştiya Hewayî ya Airlander-10 ya Inglîzê dibe ku bi zûtî bikeve xizmeta geştên asimanî.
Keştiya Heewayî ya Airlander-10 ya Inglîzê dibe ku bi zûtî bikeve xizmeta geştên asimanî ta ku tevî gemariyeke kêmtir naegorî balafirên asayî, dîmenên panorama ji bo rêwiyan dabîn bike.
Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Tech Explorer'ê, Li derdora bajarê Bedfordê ya bakurê Londonê, Kompaniya Inglîzî ya Hybrid Air Vehicles'ê (HAV) qala bernameyên vê kompaniyê ji bo rêwîtiyên asimanî yên hêdîtir lê kesktir (bi gemariya kêmtir) kiriye.
Balafira Airlander-10 ku 91 mitr dirêjahiya wê ye bi gewdeya (hull) xwe ya tijî gaza Helyûmê diçe jor û piştî bi rêya matorên xwe bi ardûya asayî bi pêş da diçe.