Adar 03, 2024 17:51 Asia/Tehran
  • Amûra Aşkirakera Tiştên Nihênî li Îranê hat çêkirin

Lêkolerên Zanîngeha Senetî ya Şerîf a Îranê bi çêkirina Amûra Aşkirakera Pêla Mîlîmitrî ya Tiştên Nihênî karî di pileya duyem a Beşa "Şiyana Pêvegirêdayîbûn û Mîkro-elektrîkê" ya Xelata Neteweyî ya Teknolojiyê ya NEXT'ê bi dest bixin.

Amûra Aşkirakera Pêla Mîlîmitrî ya Tiştên Nihênî an jî Teknolojîya Pêla Mîlîmitrî di têketina cihên hesas weke balafirgeh û gumrikan da tên danîn û xwedan beşên Rêzeyên Antenê, Elektronîka Frekansa Bilind, Nermalav û Hişê Çêkirî û Mekanîkê ne û naegorî mînaka derveyî bihayê wan ji nîv heta sê yek e.

Rûdana Xelata Neteweyî ya NEXT'ê bo dahêner, pêşengên Teknolojîya Ekosîstemê ku bi îde û afirîneriyên xwe di rêka bikranîna teknolojiyên nûdiyarbûyî da, roleke bingehîn di pêşxistina Aboriya Zanistbingeh dilîzin, tê pêşkêşkirin.

 

Serepeyv