Sibat 28, 2024 18:58 Asia/Tehran
  • 4 welatên din ên berî Japonyayê çûn hîvê

"JAXA" navê "Ajansa Lêkolînên Vezayê ya Japonyayê" ye. JAXA'yê rojeketek bi navê "SLIM" şand Hîvê. SLIM şeva 19'ê mehê ku bi 20'ê mehê ve girê dida xwe li hîvê danî. Bi vê yekê Japonya bû 5'emîn welat ku diçe hîvê.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Yekem car yekî ji DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) pêl li axa hîvê kir. Roja 20'ê tîrmeha 1969'an Neil Armstrong, Edwin Aldrin û Michael Collins bi "Apollon 11" xwe li hîvê danîn. Ji vê komê Armstrong wekî yekem mirovê ku li hîvî ling avêtiye ket nava dîrokê. Paşê Rusya, Çîn û dûre jî Hindistanê roket şand Hîvê. Û niha jî Japonya wekî welatê pêncemîn komek şand Hîvê.

Dîrektorê Enstîtuya Astronotan û Fezayê ya JAXA'yê Kuninaka Hitoşi gotiye ku roketa şandine 100 metre nêzî hedefa wan bê pirsgirêk xwe daniye.

Serokê JAXA Yamakava Hiroşi jî gotiye ku di warê xwedanînê de divê em hê zêdetir pêş bikevin.

JAXA li ser rûyê Hîvê û xwezaya wir dê lêkolînê bike.

Roketa H2A ku SLIM di nava xwe de diheband di meha rezbera 2023'yan de ji Navenda Fezayê Tanegaşîma ku başûrêrojavayê Kagoşima ye hatibû firandin. SLIM hê niha karî xwe deyne.

Serepeyv