Sibat 28, 2024 18:03 Asia/Tehran
  • Helîkoptera Hindî dê cihê vala yê Feraset'a NASAyê tijî bike

Hindûstanê dil heye di memûriyeta xwe ya pêşerojê bo Marsê helîkopterekê bişîne vê seyrokê û di rstiyê da dixwaze cihê helîkoptera Feraset'ê (Ingenuity) ya ayîdî NASAyê tijî bike.

Rêxistina Fezayî ya Hindûstanê niha mi9jûlî pêşxistina kansepta vê helîkopterê ye ku hevrê digel lenderekê biryar e ku di deheya 2030î da bişîne Marsê.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Yekemîn memûriyeta Hindûstanê bo Seyroka Sor an jî Mirîxê "MOM" bû ku xolgehgerek di Mijdara 2013an da bo fezayê hat avêtin û di Îlona 2014an da gihîşte xolgteha vê seyrokê.

Vê fezagerrê bo heyama 8 salan di xolgeha Marsê da operasyonên zanistî pêk anîn û sala 2022an têkiliya wê digel Erdê qut bû. Lê memûriyeta din a Hindûstanê bo Marsê gellek berzefirrane ye.

Li gorî gotina Cayado Pradîp lêkolerê Labratowara Fîzîka Fezayî li Navenda Wîkram Sarabehîyê biryar e di memûriyeta daketina li ser Heyvê helîkopterek jî bo seyrokê were şandin.

Serepeyv