Sibat 06, 2024 16:24 Asia/Tehran
  • Xetê berhemanîna Katalîsta Hîdrojenasyona Esêtîlênê li Îranê hat vekirin

Bi destkefta lêkolerên şîrketeke zanistbingeh bo cara yekem li Îranê Katalîsta Hîdrojenasyona Esêtîlênê hat berhemanîn.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Hevdem digel dem û rojên Salvegera 45an a Serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê, Muhemed-sadiq Xeyyatîyan Serokê Sindoqa Dahênan û Geşepêdanê ya Îranê Faza berfirehkirinê ya berhemanîna Katalîstên giranbiha yên Pêşeya Petrokîmyayê û xetê berhemanîna komprosorên sarincên malê li bajaroka pêşeyî ya Ebbas Abadê ya Parêzgeha Tehranê vekir.

Xeyyatiyan got: Katalîsta Hîdrojenasyona Esêtîlênê pêştir ji derve dihat kirrîn.

Wî tevî amajeya bi hewcetiya Îranê bi zêdetirî 100 cûreyên katalîstan li beşên Petrokîmya, Nift û Gazê, her wiha got: Kompaniya Zanistbingeh a "Neft û Gazê Serw" derdora 30 cûreyên Katalîstan li Îranê berhem tîne.

Serepeyv