Çile 31, 2024 18:33 Asia/Tehran
  • Morganîta pembeyî ya herî mezin a cîhanê li Îranê hat nimandin

Morganîta pembeyî ya herî mezin a cîhanê bi navê Roja Xwedê (Sun God) bi giranîya 883 Qîratî û xwedan nasnameya navneteweyî ya GIA'yê (Enstîtûya Gewhernasiyê ya Amerîkayê) li Îranê hat nimandin.

Morganît navê gewhereke bi rengê pembeyî heta pirteqalî ye ku ji sala 2010an va bi awayekî berbiçav tê hezkirin. Ev kevir cûreyeke Brîlê, Kansenga Sîlîkata Alûmînyûma Brîlîyûmê bi xurtî û  qahêmîya zehf e. Morganît bi rengê pembeyî-pirteqalî ji cûreyên din ên brîlê tê ciyawazkirin. Piştî Sifayrê (Sapphire), Morganît duyemîn gewhera hezkirî ya rengîn e ku roja îro wek qaşê li Engilûskên Destgirtîbûnê tê bikaranîn.

Mûzexaneya Kevirên Fezayî (Şehab) ya Îranê li Navenda Çandî ya Birca Azadîyê ya Îranê roja Sêşemiyê, 30ê Çilleya 2024an, mazûvana rêûrisma nimandina du kevirên binirx ên ji seyroka Marsê û Morganîta pembeyî ya herî mezin a cîhanê bi navê Roja Xwedê (Sun God), her wiha gewhera herî kêmdîtî ya cîhanê ya bi navê "Alexandrite" bû.

Li gorî rapora IRNA'yê, Huccet Kemalî Rêveberê Mûzexaneya Kevirên Fezayîya Îranê têkildarî vê gewherê got: Nimûneya mezin a vê gewherê beriya vêya bi giranîya 580 Qîratî ayîdî Şabanûya Brîtanyayê bû ku hema bêje 300 Qîratî biçûktir ji vê nimûneyê ye.

 

Serepeyv