Geresterkên teze hatine peydakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i345736-geresterkên_teze_hatine_peydakirin
Bi dîtina pergaleke rojê ku ji 6 geresterkan pêk tê kelecenak li nav zanista fezayê belav kir.
(last modified 2024-01-01T01:48:10+00:00 )
Çile 01, 2024 05:12 Asia/Tehran
  • Geresterkên teze hatine peydakirin

Bi dîtina pergaleke rojê ku ji 6 geresterkan pêk tê kelecenak li nav zanista fezayê belav kir.

Koma ji zanyarên Amerîkî diyar kirin ku wan encemên baş bi dest xistine û wan pergeleke rojê ku ji 6 gerestêrkan pêk tê, dîtine. Gerestêrkên nû; bi 100 salên roniyê ji Dinyayê dûr in. Astronom dibêjin; Pergal ev mîlyaran sale wekî xwe li dora navenda xwe dizivirin û pergala wan di nav ahengeke hevseng de ye û nehatine guhartin. 

Bi dîtina van gerestêrkan re kelecana herî mezin ew e ku zanyar dibêjin; Hêviya wan a ku li ser wan gerestêrkan derfeta lêkolînên ji bo jînê hebe, çêbûye. 

Encamên lêkolîna li ser pergala gerestêrkan bi gotareke di kovara zanyarî 'Nature' de hat weşandin.