Kanûn 26, 2023 19:14 Asia/Tehran
  • 17 şûnwarên dîrokî li bakurê Efxanistanê hatin tomarkirin

Serokê Rêveberîya zanyarî û Çandê ya Welayeta Bedexşanê ya Efxanistanê qala tomarkirina 17 şûnwarên kevnar û dîrokî li vê welayetêkir.

Li gorî rapora AWA News'ê, Muizzedîn Ehmedî Serokê Rêveberîya zanyarî û Çandê ya Welayeta Bedexşanê ya Efxanistanê roja Duşemiyê tevî destnîşankirina teqeziya hikûmeta Talibanê ji bo parastina şûnwarên kevnar û dîrokî li vî welatî got: Bi hewldana berprisên vê sziyê di sala raborî da 17 şûnwarên dîrokî û kevnar li vê welayetê hatine tomarkirin.

Bedexşan welayetekî mezin û çiyayî li bakurê Efxanistanê ye ku pêkhatî ji 28 Wilswalîyan (şaristan) e û zêdetirî miliyonek gelheya wê ye. Ev welayet hevsînor digel welatên Pakistan, Çîn û Tacîkistanê ye.

Serepeyv