Kanûn 24, 2023 18:36 Asia/Tehran
  • Alaya welatê Qirqîzistanê hat guherandin

Serokkomarê Qirqîzistanê Qanûna "Alaya Nû" ya vî welatî wajo kir.

Parlimana Qirqîzistanê di 20ê Kanûna 2023an da Pêşnumaya guherandina alaya vî welatî pesend kir.

Dahênerên vê pêşnumayê Nûrlan Bêyg Şakiyêv serok û Olan Pirîmov nûnerê meclîsa Qirqîzistanê bûn.

Alaya neteweyî ya Qirqîzistanê bi biryarnameya meclîsa vî welatî di 3ê Adara 1992an da hat pesendkirin û 5ê Adara heman salî bo cara yekem li ser avahiya dewletêya vî welatî hat daleqandin.

Plandarêjên vê guhertinê, guherandina tîrêjên rojê li ser alayê bo awayê rasterast pêşniyaz kirin. Ew bawer bûn ku gellek kes tîrêjên pêldar û nerasterast têkildarî Gulberojê dizanin ku berhema sereke ya çandiniyê ya vî welatî nîne. Dieynî demê da tîrêjên rasterast li gorî gotina nûnerên meclîsa Qirqîzistanê zêdetir dişibin Tîrêjên Rojê.

Ev qanûn piştî weşandina fermî di Rojnameya Dewletê ya Erkin-Too'yê da (Sêşemiya Bê) dê bikeve meriyetê.

Serepeyv