Kanûn 21, 2023 13:16 Asia/Tehran
  • Pêvajoya gilîkirina YE'yê ji Tora Civakî ya X'yê dest pê bû

Yekîtiya Ewropayê dixwaze ji ber binpêkirina qanûnan li dijî Tora Cvakî ya X'yê (Twittera berê) gilî bike.

Yekîtiya Ewropayê (YE) xwedan qanûnên dijwar derbarê torêîn civakî û înternetê ye û bi ti awayî ji siyasetên xwe di vî warî da paş venakişe.

Ev yek bûye sebeb heta niha gellek gilî ji dêwên IT'yê ji wan Kompaniya Alfabêt (xwediyê Google) bên hilêxistin.

Li gorî rapora Tele Traderê, Thierry Breton Komîserê Bazara Navxweyî yabYekîtiya Ewropayê Duşemiyê qala giliya Brûkselê li dijî Tora Civakî ya X'yê kir.

Wî bi weşandina dxuyaniyekê di vî warî da ragihand:  Yekîtiya Ewropayê pêvajoyên têkildarî giliya ji Kompaniya X'yê ji ber binpêkirina gumanbar a sozên qanûnî yên Yekîtiya Ewropayê di warê naverokên neqanûnî û zanyariyên nedurist dest pê dike.

 

 

Serepeyv