Nêrîna Elon Musk derbarê hebûna bûnewerên fezayî
Kanûn 17, 2023 16:37 Asia/Tehran
Karsazê amerîkî yê binavûdeng hebûna her cûe bûnewerê hişmend ji bilî mirov li Kadiza Rêya Şîrî red kir.
Li gorî rapora Sputnik'ê, Elon Musksermayedarê amerîkî û damezirînerê SpaceX'ê got ku ti belge û şehediyek derbarê hebûna bûnewerên fezayî tineye û îtiraf kir ku mirov tenha cûreya hişmend a jiyanê ye ku di Kadiza Rêya Şîrî heye.
Enrico Fermi fîzîkzanê îstalî di rêûrismeke gelemperî li Romayê ji Îlon Musk pirsî: "Bûnewerên fezayî li ku hene?"
Elon Musk bersiv da: "Şiroveyek ev e ku em bêjin hişyarî tiştekî gellekî kêmdîtî ye. Min ti şehediyek ji bûnewerên fezayî nedîtine. Dibe ku di vê beşa kadizê da em tenha bûnewer bin ku hişyar in. Agahî mûmikeke biçûk e ku divê her karekî bikin da ku ev mûmik xeva nebe."