Mijdar 20, 2023 15:30 Asia/Tehran
  • Nameyên evînê yên di sedsala 18’an nû hatin vekirin

Piştî şerê 1763’yan de ku heft salan bi serkêşiya Îngilistan û Fransayê bi dawî bû, nameyên ku ji leşkerên Fransayê re hatin şandin ketin destê komkeştiya Kraliyeta Îngilistanê.

ٍEv name piştî 250 salan cara pêşî hatin vekirin û lêkolîn li ser hatin kirin. 

Ji wan hin nameyên ku nehatibûn xwendin yek jê nameya hevjîna serbazekî deryayî ye, dayîkeke extiyar bo ku kurê wê jêre nanivîse di nameyê de giliyên xwe nivîsandine û wekî wan nameyên din ên 1700'î, di derbara rewşa malbatan de agahiyên berfireh parve dikin, nû hatin xwendin.     

Mariya  hevjîna Lûyîs  ku di sala 1758'an de serpelê keştiya şer a fransizan e, ji hevjînê xwe re nivîsandiye; “Ez dikarim şevê, bi nivîsandina ji te re derbas bikim... Ez hevjîna te ya heta hetayê me...”'

Lêkolînerên zanîngeha Kembrîcê, derxistin holê ku keştiya hevjînê Mariya ya bi navê Galatî, bê ku Mariya bizane keştî ji hêla îngilîzan ve hatibû desteserkirin.  

Louis nameya hevjîna xwe qet negirtiye û hevjîna wî berî ku ew ji hêla îngilîzan ve bê berdan bi salek canê xwe ji dest dide.

Nameyeke din a ku di sala 27 rêbendana 1758’an de hatiye nivîsîn a dayika ciwanekî Normandiyayî leşkerê deryayê Nicolas Quesnel e. Diya wî bo ku di navbera wan de ragihandin kêm bûye gazindan li kurê xwe dike.

Serepeyv