Goştê labratowaran hat qedexekirin!
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i344834-goştê_labratowaran_hat_qedexekirin!
Kurd gelekî ji goştê sor hez dikin.Hat ragihandin, Parlemana Nûneran a Îtalyayê goştê ku li laboratuarê hatiye çêkirin, qedexe kir.
(last modified 2023-11-18T08:50:25+00:00 )
Tesrîn 18, 2023 12:11 Asia/Tehran
  • Goştê labratowaran hat qedexekirin!

Kurd gelekî ji goştê sor hez dikin.Hat ragihandin, Parlemana Nûneran a Îtalyayê goştê ku li laboratuarê hatiye çêkirin, qedexe kir.

Ev mijar li parlemana Nûneran a Îtalyayê de hat gotûbêjkirin û bi 53 dengên erê  ji 159 dengan hat qebûlkirin û ev goşt bi her awayî hat qedexekirin.

Biryar hat dayîn kesên vê qanûnê binpê bikin dê bi 60 hezar Euroyî bên cezakirin.

Wezîrê  Cotkaiyê yê Îtalyayê Francesco Lollobrigida wiha gotiye, xwarin ax û keda mirovan ku bi hezaran salan e ku em xwediyê wê ne, em wê diparêzin, em xwarekên xwe û pergala xwe ya xwetêrkirinê diparêzin.

Serokê rêxistina Coldiretti li Îtalyayê,  Ettore Prandini ev qerexe parast û yên ku dijî vê derdikevin jî wekî sûcdar bi nav kir.