Çîyayê volkanî yê Êtnayê li Îtalyayê dîsan çalak bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i344745-Çîyayê_volkanî_yê_Êtnayê_li_Îtalyayê_dîsan_çalak_bû
Volaka Êtnayê li Girava Sîsîlê ya Îtalyayê careke din çalak bû û dest bi hilpirjîna madeyên volkanî kir.
(last modified 2023-11-13T12:01:47+00:00 )
Tesrîn 13, 2023 15:30 Asia/Tehran
  • Çîyayê volkanî yê Êtnayê li Îtalyayê dîsan çalak bû

Volaka Êtnayê li Girava Sîsîlê ya Îtalyayê careke din çalak bû û dest bi hilpirjîna madeyên volkanî kir.

Di vê hilpirjîna volkanî da pêkhateyeke kujer ji kevirên sincirî û heliyayî û ewrên tîr ên gogêrdê bo derve tên hilpirjandin.

Êtna çiyayekî volkanî li bakurê rojhilatê Girava Sîsîlê û ji çiyayên herî bilind ên Ewropayê ye ku bilindahiya wê ji asta deryayê 3350 mitrî ye.

Êtna ne tenê volkana herî çalak a Ewropayê, belkî ji volkanên herî çalak li cîhanê ye û ji 3500 salan beriya niha va bi navbir çalak dibe.