Koye sembola jiyana hevbeş ya di navbera olên cuda de
Şopdarên Îslamê û Xirîstiyantiyê û Cihûyan demeke dirêje bi hev re di nava aramiyê de li navçeya Koyê dijîn.
Li navçeya Koyê ya parêzgeha Hewlêrê, bi sedan malbatên Kurdên Xiristiyan, bi dehan Kurdên Cihû li kêleka Kurdên Misilman dijîn. Ev hevjiyan wan ya bi aşitî û bê tirs, xwedî dîrokeke dirêj û dewlemende û li navçeyê bûye kevneşopî û çandek.
Ji bilî germbûna têkiliyên xwe yên civakî, bi çand, kevneşopî, xwarin, cilûberg û merasîmên hevdu re jî hevdû baş nas dikin û bi rêze ji hev re digirin.
Koyê navenda jiyana hevbeş e. Dûrahiya mizgefta misilmanan û dêra xiristiyanan tenê 50 metre ye. Ev jî nîşana hevdu qebûlkirinê ye, tu ferq di navbera xiristiyan û misilmanan de nîne. Li gundê Hermote gelek malên misilmanan hene, di navbera me de çûn û hatina civakî û serdan gelek heye.”