Di derbarê taybetmendiyên teknolojiyê de
Îlon 20, 2023 12:11 Asia/Tehran
Teknolojiyê bêguman jiyana mirovan hêsantir kiriye, lê divê bandorên neyînî yên teknolojiyê neyê paşguhkirin, teknolojiyê di gelek waran de bandorek neyînî li ser mirovan kiriye.
Îro li Amerîkayê, meriv û bi taybet zarok roj bi rojê qelewtir dibin ,yek ji sedemên sereke yên wê smart-fon, teblet, lîstikên vîdyoyê û televîzyon in. Li gorî lêkolînên Enstîtuya Milken, îro di nav 10 welatên mezin ên cîhanê de, teknolojî û bêçalakî faktorên herî girîng ên kîloyan in.
Sedema sereke ya ku teknolojiyê bûye sedema kêş û giraniya zêde ew e ku teknolojî ew qas balkêş e ku bi hêsanî dikare we bi saetan li ser kursiya xwe rûnişîne, teknolojî pir balkêş e û mirov bi taybetî zarok û ciwan bi hêsanî pê ve girêdayî dibin.