Bawîşka Zirafeyê; Dahêneriya kompaniyeke japonî ji bo bêhnvedana mirovan
Îlon 05, 2023 15:16 Asia/Tehran
Kompaniyeke japonî xeweke nasyar bi "Bawîşka Zirafeyê" ku mirov bi wê li ser piyan û rawestiyayî radizên, afirandiye.
Nohara Yoşîhîto ji kompaniya japonî ya Koyoco Pelyodê dibêje: Zirafe her roj bo heyama 20 deqeyan li ser piyan radizên û me fikir kir ku ev heyam di rojê da demeke guncan ji bo bawîşkîna mirovan e jî û ji ber ku zirafe dikarin bi vî awayî bêhna xwe vedin, vêca me navê "Bawîşka Zirafeyê" lê kir.
Takaûka Rêveberê vê navendê jî got: Eger hûn di rewşa paldayî da razên, hûn ê bikevine xeweke kûr û ev yek bandoreke nerênî li xewa şevê dike; Lê Bawîşka Zirafeyê bi awayê rawestiyayî ye, loma Bawîşkeke 20 deqîqeyî gellekî sûdmend e û me ji ber vê yekê pêşniyaza razana rûniştî daye.