Sûd û feydeyên werzişê bona parastina ciwaniya mêjiyê
Tebax 18, 2023 15:22 Asia/Tehran
Zanyaran ragihandin ku proteînek di xwînê de heye ku dibe sedem mêjî bi werzişkirinê, ciwan bimîne.
Zanyar gihêştine vê encamê ku maddeyek bi navê faktora plakêta çar (PF4) di xwînê de heye ku têkildar e bi ciwanbûna mêjî bi werzîşkirinê, feydeyên veguhestina xwînê û dirêjbûnê temenê, ku her sê jî,demajoya baştirbûna kiryara naskirinê xurt dikin.
Ev lêkolîna ji aliyê du komên Zanîngeha Kaliforniya San Francisco (UCSF) ya Amerîkayê û Quînzlendê li Awustralya ve cih hatiye.
Saul Wilda, anatomîstê zanîngeha Kaliforniya, San Francisco, dibêje: Xwîna ciwan û werziş dikarin fermanê bidin mejiyê, ku baştir bixebite. Ji xwe ev proteîn heta astekê têkçûna ji ber jordeçûna temen guherî û ev demajo berûvajî kir.