Tebax 17, 2023 17:43 Asia/Tehran
  • Mask dîsan vedigerin

Zanyar dibêjin bi belavbûna cûreyeke nû ya Vîrûsa Koronayê, xelk divê dîsan maskê dayînin.

Zanyar dibêjin Cûreya Êrîs ji Guhertoya Omîkronê ya Vîrûsa Koronayê belav dibe û dikare pêleke mezin ji cûreyên berê pêk bîne.

Li gorî nivîsîna Daily Mirror'ê, Niha ji her 10 tûşbûnên nû yên KOVÎD'ê li welatên ku ev cûreya Vîrûsa Koronayê di wan da belav bûye, babetek têkildarî cûreya Êrîs'ê ye û di kêmtir ji mehekê da, rêjeya tûşbûyîyên bi Vîrûsa Koronayê ji 3.3 halet di her sed hezarî da gihîştiye sedî 7.2 .

Zanyaran hîn navek ji bo vê cûreya nû nebijartine û wê wek BA.6 bi nav dikin; lê hişyarî didin ku pandemiya vê guhertoyê dibe ku di hefteyên bê da dest pê dibe.

Li gorî nivîsa Daily Mirror'ê, Ev cûreya nû ya Vîrûsa Koronayê carê li Danmar û Îsraîlê hatiye dîtin û hin nîşaneyên pêşketina wê ya jenetîkî tê dîtin.

 

Serepeyv