Tebax 13, 2023 15:34 Asia/Tehran
  • Stêrka Qurix anku Gelawêjê; Dawiya Çileya Havînê

Stêrka Qurix anku Gelawêjê di serê Tebaxê da hiltê û bi hilatina Qurixê ra heyama Çileya Havînê ber bi qediyanê va dihere.

Sadiq Ûskan li pirtûka Payîzxêr'ê wek xebateke folklorîk li ser salnameya Kurmancî, nivîsiye: "Bi hilatina Qurixê ra heyama Çileya Havînê ber bi dawî va diçe. Dinya hêdî hêdî hênik dibe, lem,ên bîstanan serê xwe radikin û careke din dest bi şixulînê dikin. Di vê heyamê da, li bîstanan zebeşên kal namînin. Heta xirtikên bbîstên jî sor dibin. Dinya ewqasî hênik dibe ku mirov dikare cehniyên hespan ji şîr veke. Êdî rêwîtiya serê sibehan xweş dibe. Dewkil, serê sibehê bi hilatina Stêrka Qurixê ra dewê xwe dikilên. Qurix stêrka jinên jêhatî ye... Jina ku ji xwe ra dibêje, ez dewkil im, divê serê sibehê bi hilatina Qurixê ra, mast vala kiribe meşkê û dest bi kilandinê kiribe. Navê Stêrka Qurixê ya din Stêrka Dewkilan e. Qurix, di serê meha Kanûna Pêşîn anku Kanûnê (Desember) dihere ava. Ev nîşana destpêka zivistanê ye."

Serepeyv