Bûnewerek piştî 46 hezar sal cemidînê hat vejiyandin
Tebax 03, 2023 13:39 Asia/Tehran
Zanyaran bûnewerekî kokbirrbûyî ku 46 hezar sal berê cemidîbû, dîsan zindî kirin.
Li gorî rapora IRIB News'ê ya roja Sêşemiyê, Ev bûnewerê hûr ku nav "Nematode" lê hatiye kirin, di qerselanên Sîberyayê da hatiye keşfkirin.
Lêkoleran bi şêwaza Radyo-Kerbonê karîn temenê vî bûnewerî diyar bikin.
Li gorî gotina zanyaran, van bûneweran şiyaneke zehf a sazbûna digel hawîrdora xwe hene.
Nematode ayîdî cûreyên nenas ên berê nasyar bi "Panagrolaimus kolymaensis" in ku di rastiyê da kokbirr bûne.