Tîrmeh 23, 2023 14:55 Asia/Tehran
  • Bombeyên neteqiyayî yên Cenga Cîhanî ya Duyem li Kanadayê hatin keşfkirin

Kanadayê qala keşfkirina keştiyeke noqmbûyî ya Hêza Deryayî ya Ameîkayê ya hilgira muhîmatên neteqiyayî lêi perravên vî welatî kir.

Wek rûdaneke kêm-mînak, Hêza Deryayî ya Paşatiya Kanadayê ragihand, Xewwasan zêdetirî 12 bombe û alavên neteqiyayî yên serdema Cenga Cîhanî ya Duyem li nav keştiyeke noqmbûyî ya ayîdî Hêza Deryayî ya Amerîkayê li perravên Kanadayê keşf kirine.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Li gorî raboriya tomarbûyî li Artêşa Amerîkayê, kesên di nava keştiyê da hewl dane ku xwe bigihînin perravê û piştî ku xet "Bi niftê hatin werdan", nekarîn vî karî bikin. Xizmetkarên ku hewl dan bi avjeniyê xwe bigihînin perravê jî bi ser neketin.

Tê gotin rayedar di halê vekolandina pûçkirina teqemeniyan in.

Dewleta Kanadayê hişyarî daye, dibe ku muhîmat zêdetir ji ya keşfkirî bin.

 

 

Serepeyv