Tîrmeh 14, 2023 15:04 Asia/Tehran
  • Dibe ku temenê Gerdûnê 26,7 Miliyar Sal be

Li gorî lêkolînên nû, dibe ku temenê Gerdûnê 26,7 Miliyar Sal be.

Li gorî encamên lêkolîneke nû, kevnatî û temenê Gerdûn anku Keyhanê dibe ku 26.7 miliyar sal be.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê SciTechDaily'ê, Rajendra Gupta Mamosteyê Fîzîkê li zankoya zanistan a Zanîngeha Ottavaya Kanadayê got: Modeya me ya nûdarêştî dema pêkhatina galeksiyan çend miliyar sal paşda biriye û temenê Gerdûnê 26.7 miliyar sal berawird kiriye. Ev di rewşekê da ye ku berawirdên berê dibêjin temenê Gerdûnê 13.7 miliyar sal e.

Stêrknas û fîzîkzan ji çendîn sala berê va texmînkirina temenê Gerdûnê bi rêya pîvandina dema raborî ji rûdana nasyar bi Bîg Bengê, her wiha lêkolîna stêrkên herî kevn li gorî ronahiya gihîştî ji galaksiyên dûr dest pê kirine.

Serepeyv