Tîrmeh 05, 2023 17:27 Asia/Tehran
  • Sê duyê kewşena Yekitîya Ewropayê li ber xetera guherînên keşûhewayê ye

Yekitîya Ewropayê (YE) ragihand: "Sê duyê kewşena Yekitîya Ewropayê li ber xetera guherînên keşûhewayê ye."

Yekitîya Ewropayê (YE) di raporekê da li ser bandora guherînên keşûhewayê ser welatên endam ragihand ku sê duyê kewşena vê yekitiyê li ber xetera guherînên keşûhewayê ye.

Li gorî rapora IRNA'yê, Hevdem digel tomarkirina Roja Herî Germ a Cîhanê di 3ê Tîrmeha 2023an da ku Navenda Neteweyî ya Pêşbîniyên Jîngehê ya Amerîkayê ragihandiye, Komîsyona Ewropayê di raporekê da tekez kir ku sedî 60 heta 70 ji axa Yekitîya Ewropayê vê demê nesaxlem e.

D vê raporê da lêçûnên têkildarî "Veguherîna Axê" zêdetirî 50 miliyar Euro di salê da hatiye pêşbînîkirin.

Her wiha li gorî rapora Komîsyona Ewropayê, her sal nêzikî 59 miliyar ton xwarek li welatên endamê Yekitîya Ewropayê tê rijandin ku bihayê wê 132 miliyar dolar hatiye texmînkirin.

 

Serepeyv